Cudahîkirin di navber a zaroyan li Turkîyayê..

Li Tirkiyeyê di demên dawî de ew sûcên, ku li dijî zarokan têne kirin her diçe zêdetir dibin. Li ser vê mijarê li Enqerê civînek pêk hat. Gelek dam û dezgehên cûr be cûr, ku ji bajarên din ên Tirkiyeyê hatibûn, beşdarî di civînê de kirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/5fee4376-fe24-45be-acd3-415f1a55fede/CudageriyaLiSerZarokan.ism/manifest

k24- Hewlêr

Li Enqerê bi pêşengiya KomelayaRojeva Zarokan, ku bi dehan dam û dezgehên zarokan beşdarî tê de kirin, Civîna Danasîna Raporta Parvekirin û Agahdarkirinê ya Têkoşîna Bi Bandor û Cûdageriya Li Ser Zarokan hate organîzekirin. Di raporta ku hate raberkirin de serdema zarokatiyê, wek serdema herî taybet ya mirovan hate destnîşankirin. Li gorî raportê ew kesên ku di serdema zarokatiya xwe de li beramberî binpêkirina mafan werin, di salên pêşiya xwe de jî dê li rastî encamên neyînî bên. Herwiha di raportê de babeta sereke ya nîqaşê jî ew bû ku zarok hem di jiyana xwe ya rojane de, hem jî di qadên darazê de li rûberî cudageriyan tên hiştin. Dam û dezgehên ku beşdarî di civînê de kirin, ew 20 dozên ku ji aliyê wan ve hatine vekolandin raberî raya giştî kirin û daxwaz ji darazê kirin ku ew xetayên kevin yên li ser mexdûrkirina zarokan careke din neyên dûbarekirin.

Dîlek Kumcu- Endama Komaleya Gundem Çocuk, got:"Daraz li dijî zarokan cûdageriyeke çawa dike? Em li ser vê yekê rawestin. Qaşo Tirkiye hemû peymanên navneteweyî îmze kirine. Lê belê, yek ji wan xalên peymanê jî bi cih nayîne."

Rêveberên komeleyê diyar kirin ku di vê projeyê de ew li ser sê mijaran rawestiyan e. 1-Cûdageriya bi cinsiyeta civakê re têkîldar 2 - Cûdageriya bi temen re têkîldar 3- Cûdageriya bi kêmendamiyê re têkîldar. Herwiha rêveberên komeleyê dan zanîn ku piştî ew zarokên ku li beramberî îstîsmara cinsî dimînin, dadgeh zêdetir li ser mijara rizaya wan zarokan radiweste. Ji bo pêşîlêgirtina vê kêşeyê wan projeyek amade kiriye û ew dê pêşkêşî saziyên dewletê bikin.

Şahîn Antakyalioglu- Parêzer, got:"Di sala 2005an de Qanûna Parastinê ya Zarokan karîger bû. Lê ew qanûn têra parastina mafên zarokan nake.Sererastkirineke nû pewist e. Divê sererastkirina nû de pêwîst e hemû malbat û kesên li ser zarokan dixebitin beşdariyê tê de bikin."

Endamên komeleyan û beşdarên di civînê de hem saziyên dewletê hem jî pergala darazê rexne kirin. Hate diyarkirin ku heta ew projeyên li ser zarokan bigihîjin armanca xwe ew ê bi hemû saziyan re peywendiyên xwe berdewam bikin. Herwiha rêveberan ragihand ku ew ê ji bo parlamentoyê pêşniyara reformê ya di warê yaseyî de jî bikin. Komele di heman çarçoveyê de wê ji bo danasîna projeyê serdana 2 partiyên siyasî bikin û ligel 20 parlamenterên di parlamentoyê de jî hevdîtinan pêk bînin.