Akademsiyen: Operesyona Cerablusê li dijî Kurdan e

Li Tirkiyê nîqaşên li ser operasyona Cerablusê her berdewam dikin. Vê carê jî pispor, akademsiyen û aktîvîstên mafên mirovan operasyona Cerablûsê nirxandin. Li ser wan rûdanên xeternak jî bîr boçûnên xwe rave kirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/689ade09-5ac1-4d12-9d11-c5cce431f1e8/OperasyonaCerabluseLiDijKurdaneAnDaish.ism/manifest

K24 – Enqere

Li Tirkiyê nîqaşên li ser operasyona Cerablusê her berdewam dikin. Vê carê jî pispor, akademsiyen û aktîvîstên mafên mirovan operasyona Cerablûsê nirxandin. Li ser wan rûdanên xeternak jî bîr boçûnên xwe rave kirin.

Bi destpêka operasyona Cerablusê re hevkêşeya siyasî ya li Sûriyê jî her diçe digûhere. Tirkiye di qonaxa serwextkirina operasyona Cerablusê de pêywendiyên xwe yên bi Amerîka, Rûsya û Îranê re berdewan dike. Li gorî pisporan piştî Cerablusê, ji daxuyaniyên Erdogan piştî ku bi Obama re axivî derdikeve hole, ku berê operasyona Artêşa Tirkiyê dibe ku veguhere Minbiçê.

Her wiha li gorî akademisyen û aktîvîstên mafên mirovan armanca vê operasyonê li dijî Kurdan e. Bi boçûna akademisyenan, Tirkiye ne ji bo ku bi DAIŞê re têbikoşe ketiye nava xaka Sûriyê, ji bo ku li ber girêdana wan Kantonên Kurdan bibe asteng û destkeftiyên Kurdan bixe xetereyê, ev operasyon daye destpêkirin.

Li aliyê din jî rayedarên Tirkiyê di her fersendê de diyar dikin ku, ev operasyon ne li dij Kurdan lê dij DAIŞê ye û ew naxwazin li ser sînorê Tirkiyê korîdoreke terorê ava bibe.

Pisporê Rojhilata Navîn û Akademisyen Bereket Kar di vê derbarê di ji K24ê re axivî û got: "Êdî hemû dinya pê zane ku, ev operasyon li dijî Kurdan e, ti aliyekî ku bê veşartin nemaye. Tirkiye bi kevirekî dê li dû nîşeneyan bixe. Yek jê wê li Sûriyê bicih bibin û daxilî prosesa Sûriyê bibin, ya din jî armanca vala derxistina destkeftiyên YPG û PYDê û herwiha birîna têkiliya di nava Kantonên Kurdan de ye."

Li gorî akademsiyen û aktîvîstan armanca welatên wek Amerîka, Rûsya, Îran û Sûriyeyê ku çavê xwe li vê operasyonê girtine ew e careke din Tirkiyê daxilê pêvajoya paqijiya rê ya li Sûriyê bikin.

Aktîvîstê Mafên Mirovan Mahmut Konuk jî dibêje: "Balkêş e piştî bûyera Entabê operasyona Cerablsê dest pê kir. Dîsa balkêş e heta niha yekî DAÎŞî jî nehatiye kuştin. Ev jî dide nîşan ku peymaneke veşartî heye. Bi baweriya min armanca vê operasyonê li Kurdan e. Sedema başkirinê ya têkîliyê bi Rûsya û Îsraîl û Sûriyeyê re di eniyeke nû de şerê bi Kurdan re ye."

Akademisyen û aktîvîstên mafên mirovan gaveke din bi pêş ve diçin û tirsa tevkûjiyê ya li ser Kurdan jî tînin rojevê. Bi boçûna wan ger fersendekê bi dest bixe û raya giştî ya cîhanê û hêzên navdewletî piştevaniyê bidinê û çavê xwe li kiryarên der mirovane ên Tirkiyê bigirin, li Sûriyê dibe ku li ser Kurdan wek jenosîda Ermenan jenosîdek pêk were. Lewre ew pêk hatina aramiyê di rêya demokratîk de dibînin.