Rûsya: Artêşa Tirkiyê rewşa Sûriyê tevlihev dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Derve ya Rûsyayê da xuyakirin, pêşveçûna Artêşa Tirk di nav xaka Sûriyê de, rewşa leşkerî û siyasî ya Sûriyê tevlihev dike.
Rûsya, ji berdewamkirina operasyona Mertala Feratê bigûman e. Wezareta Derve ya Rûsya da xuyakirin, pêşveçûna dijbereyên Sûrî yên bi piştevaniya Enqerê, rewşa Sûriyê aloztir dike.
Da zanîn, ev operasyon derbarê serweriya Komara Sûriyê û parastina yekbûna xaka wê de, pirsan dirust dike û divê Enqere ji gavên ku rewşa Sûriyê bêaram dike, dûr bisekine.