Amdekarîya cejnê li Turkîya di navber a kiryar û firoşyar de

Bi nezîkbûna Cejna Qurbanê amadekariyên cejnê li tevahiya Tirkiyê bi lez û bez berdewam dikin. Li Enqerê di bazarên heyvanan de, bazirganên ku beriya hefteyekê ji bajarên derdorê hatinê li van bazaran bi cih bûn û li benda kiryarên xwe ne.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/7708997b-7d90-40d8-88a8-29c423e1ce8d/binezikbuna.ism/manifest

K24- Enqere

Bi nezîkbûna Cejna Qurbanê amadekariyên cejnê li tevahiya Tirkiyê bi lez û bez berdewam dikin. Li Enqerê di bazarên heyvanan de, bazirganên ku beriya hefteyekê ji bajarên derdorê hatinê li van bazaran bi cih bûn û li benda kiryarên xwe ne.

Li paytexta Tirkiyê Enqerê bi hezaran heywanên qurbanî ji bo firotina cejnê di hundirê bazara Keçîorenê de amade ne. Ev bazara ku ji aliye şaredariya Keçîorenê ve di sala 2013an de hatiyê damezrandin de hemû bazirgan ji bo firotina heywanên xwe cih kirê dikin û kona vedikin. Di vê bazara ku bazara herî mezin ya Enqerê de ye 600 kon hatinê vekirin û di nirxên pez û dewaran de li gorî salên dawî îsal bûhabûn heye. Nirxên pez di navbera 600 û hezar lireyên Tirkî de, yên dewaran jî di navbera 5 hezar û 10 hezar lireyên Tirkî de ye. Herwiha bazirgan dibêjin; hindek gotegot hene ku hejmara heywanên qurbanî îsal kême, lê belê di hejmara heywanan de tu kemasî tunne ye û ji ber vê yekê di nirxên heywanan de jî li gorî salên din tu bûhabûneke berbiçav tunne ye.

Selahhattîn Şîmşek - Bazirgan-, got:"Heywan îsal zêdetir in. Niha wekî hûn jî dibînin ji ber ku zêde ne hêj gelek heywanên ku nehatine firotin li vir hene. Hindekî bûhabûn heye."

Nezîr Arikan – Bazirgan, got:"Em ji danûstandinan gelekî kêfxweşîn. Min 40-50 heywan anîn vê bazarê û tenê 3-4 heywanên min nehatine firotin."

Kesên ku heywanên qûrbanî dikirin girngiyê didn sê çar xalan. 1- Divê gûharê wan hebê, 2- Divê ne nexweş bin, 3- Divê emrê xwe tiji kiribin, 4- Divê ne seqet bin.

Bahattîn Arasu – Kiryar, got:"Fiyet li gorî par dîsa bûhaye. Par me bi 500 lîreyî distand, lê belê îsal eynî heywan bi 700-800 lîreyî ye."

Herwiha di bazarê de conegayê herî mezin ji aliye gelek kesan ve eleqeyeke mezin dibînê. Giranbûna conega, toneke û xwediyê wê jê re 18 hezar Lîreyên Tirkî dixwaze. Li aliyê din bazirgan amaje bi wê yekê dikin ku îsal ji herêma Erzorum û Qersê ku bi dewarên xwe navdenge, gelek heywan nehatine, zêdetir heywanên bajarê Anatoliya Navîn ya Tirkiyê di vir de cih girtine.