Tirkiye amara leşkerên xwe aşkere dike

Sererkaniya Tirkiyê piştî hewla derbeya leşkerî cara yekem hejmara leşkerên xwe eşkere kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sererkaniya Tirkiyê piştî hewla derbeya leşkerî cara yekem hejmara leşkerên xwe eşkere kir.

Li gor ragihandina Sererkaniya Tirkiyê artêşa wan ji 351 Hezar û 176 leşkeran pêk tê. Lêbelê berî hewla derbeyê di artêşê de 561 Hezar û 496 leşker hebûn. Sererkanî da zanîn ku, hejmara generalên wan piştî hewla derbeyê ji 358an daketiye 206an.

Li Tirkiyê piştî hewla derbeyê nêzikê 5 hezar leşker ji artêşê hatin avêtin. Herwiha Hêzên Cendirmeyan ku ji zêdetirî 100 hezar leşkeran pêk tê jî bi Wezareta Berevaniyê hate girêdan.