Rêvebirina 24 şaredariyên DBPê hat rawestandin

Piştî Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu di 9'ê Îlonê de ragihand ku dê ji bo 28 şaredariyan qeyûm werin tayînkirin, li Bakurê Kurdistanê, rêvebirina 24 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hat rawestandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryara desteserkirina 28 şaredariyan a ji aliyê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû hatibû ragihandin, vê sibehê hat bicihkirin. Bi gelemperî rêvebirina 2 şaredariyên bajaran, 24 şaredariyên navçeyan û 2 şaredariyên bajarokan hatin sekinandin û li cihên wan qeyûm hatin tayînkirin.

Ji 28 şaredariyan, 24 jê şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), 3 jê şaredariyên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP), 1 jê şaredariya Partiya Tevgera Netewperest (MHP) ne.