Qamişlo: Bo piştevaniya referandûmê çalakiyên çandî
K24 – Qamişlo
Bi armanca piştevaniya referandûm û serxwebûna kurdistanê,
li bajarê Qamişlo pêşangeheke kevalên şêwekariyê ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Demokratî Kurdistanî û bi beşdariya 5 hunermendên şêwekar bi rê ve çû.
Ji aliyê xwe ve serokê yekîtiya ciwan û xwendekarên demokratî kurdistan da zanîn ku çalakiyên hevawa di vê demê de zor pêwist in, çimkî ev yek derbirîna hestên niştimanî ye.
Pêşangeha kevalên şêwekarî bi amadebûna hin rewşenbîr û kesayetên siyasî bi rê ve çû û di nava çalakiyan de hunermendên beşdar ji aliyê serkirdeyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve bi spasnameyan hatin xelatkirin