Pizza û Vodka di rêkeftina Sûriyê de bibîne

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîna taybet ya bi Amerîka re ya derbarê agirbesta li Sûriyê, Vodka pêşkêşî rojnamevanan kir.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîna taybet ya bi Amerîka re ya derbarê agirbesta li Sûriyê, Vodka pêşkêşî rojnamevanan kir.

Berî ku bidawîbûna civîna danûstandinê ya di navbera Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry de, hinek Pîzza gihêşt rojnamevanan, ji ber demekê rawestiyabûn û çaverêyî encamên civînê diman.

Piştre Lavrov 2 şûşe Vodka ya Rûsî ji rojnamevanan re anî û bi awayekî cidî ji rojnamevanan re got: “Pîzza ji şanda Amerîkî ye, em jî bi Vodka hatine.”