YPGê pêşwaziyê li agirbesta li Sûriyê dike

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşwaziyê li rêkeftina Amrîka û Rûsyayê ya derbarê agirbesta li Sûriyê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşwaziyê li rêkeftina Amrîka û Rûsyayê ya derbarê agirbesta li Sûriyê dike.

Berdevkê Fermî yê YPGê Rêdûr Xelîl daxuyaniyek belav kir û ragihand, YPGê pêşwaziya rêkeftina di navbera Amerîka û Rûryayê dike. Herwiha Xelîl tekezî li pabendbûna YPGê bi xalên wê rêkeftinê jî kir.

Daxuyaniyê amaje bi wê yekê kir ku, ew geşbîn in ku ev rêkeftin wê bibe sedemek bo yekirina kedan bo rûbirûbûna DAIŞ û terorê û dê rewşeke guncaw bo qonaxa veguhastina siyasî li gor biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî çê bike.

YPG tekez dike ku, pêwîst e proseya veguhastina siyasî hemû aliyan li xwe bigire û li pêşya hemûyan jî Rêveberiya Xweser weke aliyekî sereke, ji bo aramya navçeyê were parastin û agirbest berdewam be.

Di daxuyaniya YPGê de hatiye, ew pabend in bi têkşikandina DAIŞê û parastina hemû pêkhateyên navçeyên ku bên rizgarkirin.

 Berdevkê Fermî yê YPGê Rêdûr Xelîl got jî, dive rola deverên ku hatine rizgarkirin sereke be, da ku aramî ji wan deveran re vegerE. Herwiha pêwîst e dagîrkiriya Tirkiyê ji xaka Sûriyê re jî bidawî bibe.