HSD: Em pabendî rêkeftinê dibin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), radigihîne, ew pabendî rêkeftina ku di navbera Amerîka û Rûsyayê derbarê agirbesta li Sûriyê de hatine ragihandin, dibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), radigihîne, ew pabendî rêkeftina ku di navbera Amerîka û Rûsyayê derbarê agirbesta li Sûriyê de hatine ragihandin, dibin.

Berdevkê Fermî yê HSDê Telal Silo di daxuyaniyekê de ragihand, rêkeftina ku di navbera Rûsiya û Amarîka de pêk hat û agirbesta ku ku li Sûriyê hat ragihandin, di encama kedeke dîplomatîk a navnetewî de pêk hatiye. Da ku bibe destpêka çareseriya siyasî ya pirsgirêka Sûriyê û destpêkirina pêvajoyeke nû.

Herwiha Silo hêvî kir ku, ev rêkeftin ji yên berê baştir be, ji ber ku armanca vê rêkeftin ew e, rewşeke guncaw ava bike, da ku proseya siyasî dest pê bike. Herwiha alîkariyên mirovî jî bigihîne deverên dorpêçkirî.

Silo di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Em weke Hêzên Sûriya Demokratîk radigihînin ku, em ê li gorî vê rêkeftina ku di navbera Amerîka û Rûsyayê derbarê agirbesta li Sûriyê de hatine ragihandin, tev bigerin. Her wiha em hemû hewlên dîtina çareseriyeke siyasî ji bo pirsgirêka Sûriyê, bi nirx dibînin.”