“Pêwîst e şandek xwedî armanca çareseriyê xebatê bike”
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlementerê HDPê û Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder li ser peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalanî dibêje, Pêwîst e şandeyek xwedî ferasta çareseriyê derbarê banga Ocalanî de rol bigre.
Onder ji televîzyoneka nêzikê PKKê re peyama Ocalan nirxand û da zanîn ku, Ocalan kesek bibiryar û lihevkirî ye û hewla çareseriyê dide. Lêbelê rayedarên hikûmetê di peyamên xwe de bêhestiyar in.
Onder got, bi bombebarankirina çiya û bajaran pirsgirêk çareser nabin. Wan wekî şandeya Îmraliyê her tim zimanek aşitîxwaz bikar anîne.
Herwiha Onder got jî, pêwîst e di konaxa nû de şandeyek xwedî armanca çareseriyê kar û xebat bike.
Duh Mihemed Ocalan birayê Abdulah Ocalan serdana Îmraliyê kiribû û peyama Ocalan aşkere kir ku, heger dewlet bo çareserkirinê amade be, dê di 6 mehan de tevahiya pirsgirêkan çareser bibin.