Pentagon kuştina serkirdeyekî DAIŞê piştrast dike

Wezareta Bergîriyê ya Amerîkayê (Pentagon) piştrast kir ku Berdevkê DAIŞê Ebû Mihemed El-Ednanî berî du hefteyan li Sûriyê hatiye kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê ya Amerîkayê (Pentagon) piştrast kir ku Berdevkê DAIŞê Ebû Mihemed El-Ednanî berî du hefteyan li Sûriyê hatiye kuştin.

Berdevkê Pentagonê Peter Cook bi daxuyaniyekê ragihand, Berdevkê DAIŞê Ebû Mihemed El-Ednanî roja 30î Tebaxê li nêzîkê bajarê Babê ya bakurê Helebê, di encama operasyoneke asmanî de hatiye kuştin.

Berî vê yekê, Rûsyayê ragihandibû ku, El-Ednanî ligel 40 çekdarên yên DAIŞê di êrîşa firokeya SU-34 de li gundê Um Hoş li bakurê Helebê hatiye kuştin, lê Amerîka ev nûçe ne rast dît.

Berdevkê DAIŞê Ebû Mihemed El-Ednanî (39 salî) xelkê bajarê Idlibê ya Sûriyê bû, yek ji damezrênerê DAIŞê ye û berdevkê wê rêxistinê bû.