HPGê berpirsiyariya teqîna Wanê hilda ser xwe

Hêzên Parastina Gel (HPG) berpirsiyariya teqîna Wanê ya dijî avahiya AK Partî hilda ser xwe û ragehand, di êrişê de herî kêm 18 polîs hatine kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Parastina Gel (HPG) berpirsiyariya teqîna Wanê ya dijî avahiya AK Partî hilda ser xwe û ragehand, di êrişê de herî kêm 18 polîs hatine kuştin.

Navenda Çapemeniya HPG'ê ragehand, di êrişê de avahiya AK Partî û polîsên operasyonên taybet û avahiya parêzgariyê hatiye armanckirin û herî kêm 18 polîs hatine kuştin û 30 endamên AK Partî jî birîndar bûne.

HPG armanca êrişî jî wek jikar dûrxistina şaredar û erkdarkirina qeyûman û berdewamkirina operasyonan nîşan da.

Her wiha da xuyakirin, bombeya ku firokeyên Tirkiyê hemberî wan bikar aniye lê neteqiyaye, di çalakiyê de hatiye bikaranîn.

Duh di yekem roja cejna Qurbanê de li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê teqîneke bihêz di navbera avahiya APKê û avahiya Parêzgeriya Wanê de rû dabû.