Girav a birçîbûnê li dijî asayîş a Rojava li Qamîşlo berdewame
K24- Hewlêr
Bo roj a sêyem endam ên Civat a xwecihî ya rojhilat a bajar ê Qamîşlo girêdayî Civat a Nîştîmanî ya Kurd li Suryayê, di girav a birçîbûnê de ye.
Nêzîkî 25 kes ji Civat a xwecihî ji roj a yekê ya cejn a qurbanê ve dest bi girev a birçbûnê kirine wek çalakîyek aştîyane dijî girtin a hijmarek a serkirde û endam ên ENKSyê ji alî yê asayîş a Rpjava ve.
Li gor serok ê Civat a Xwecihî, rewş a saxlemî ya çalakvanan başe û ti metirsî li ser jîyan a wan nîne û tekez kir ku ew dê berdewam bibin li ser girev a birçîbûnê heya daxwzç yên wan dihên bicihhînan.
Elî Husam endam ê Civat a xwecihî ya rojhilat a bajar ê Qamişlo û yek ji kes ên ku pişikdare di girev a birçîbûnê bi Kurdistan 24 re ragehand: ku ev roj a sêyê ye çalakî ya wan berdewame û dê berdewam bibe heya ku serkirde û endam ên ENKS nehên azadkirin.