Nerazîbûn li dijî damezrandin a Qeyuman

Piştî ku hikumet a Turkîyayê li ser bingeh a yasayî ya welat ê xwe biryar a damezirandin a 28 qeyûman bo şaredarîyan derxist, ew biryar jî li ba serok ên şaredarîyan hevrûşî rexne û nerazîbûn ên tund hat.
kurdistan24.net

K24- Enqere

Piştî ku hikumet a Turkîyayê li ser bingeh a yasayî ya welat ê xwe biryar a damezirandin a 28 qeyûman bo şaredarîyan derxist, ew biryar jî li ba  serok ên şaredarîyan hevrûşî rexne û nerazîbûn ên tund hat.

Wezareta Karê Navxweyî bi îdîaya ku alikariya PKKê dike ji bo şaredariya navçeya Nisêbîna bajarê Mêrdînê jî qeyûm tayînkir. Derbarê tayînkirina Qeyûman de ji aliyê DBPê û HDPêdaxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Parlementerên HDPê,  Hevşaredarên Nisêbînê û welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya diyar kir ku deshilatdariya AKPê serkeftina wan ya di hilbijartinan de hezm nekiriye û xwastiye wan ceza bike.

Sara Kaya -  Hevşaredara Şaredariya Nisêbînê, got:"Em li vir dibêjin ku şaredarî ne neqeba çar dîvaran de ye. Me soz ji gelê xwe re daye. Çaxê ku gelê me ji me re got emê wê çaxê biçin. Em ne pey qoltix û meqaman de ne. Em bi şiyara ku emê bajarê xwe bixwe rêvebibin hatin ser kar. Em bi xwe û gelê xwe re serbilindin."

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag got ku şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin îradeya gel temsîl nakin û ew dê xwedî li îradeya gel û demokrasiyê derkevin. Lê Hevşaredarên Nisêbînê jî rave kirin ku di Hilbijartinên Şaredariyê yên 2014an de gelê Nisêbînê sedî 82 piştgirî daye partiya wan DBPê û wek îradeya xwe daye nîşandan. Parlementera HDP ya Mêrdînê Gulser Yildirim jî rave kir ku ew dê xwedî li viyana gel derkevin.

Gulser Yildirim - Parlementera HDPê ya Mêrdînê, got:"Hemû bê qanûnî, bê hiqûkî û darbeyan li ser wî gelî didin meşandin. Lê em li vir bang dikin, îradeya gelê Nisêbînê sedî 82 ye, sedî 90 e. Dema ku tu behsa demokrasiyê bikî; demokrasî li vir bi pêşengiya gelê Nisêbînê pêk hatiye."

Hevşaredarên Nisêbînê amaje pê kirin, ew qeyûmê ku ji bo şaredariya wan hatiye tayînkirin nasnakin û dê xebatên xwe yên şaredariyê bi gelê xwe re bidin meşandin û dê pirojeyên xwe jî berdewam bikin.