Aliyen DBP û AKPe li ser tayinkirina qeyuman çi dibejin..

Yek jı şaredariyên ku qayûm hatine tayînkirin jî şaredariya bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê ye. Li şûna şaredar êdî dê Cîgirekî parêzgerger şaredariyê bi rê ve bibe. Partiya Herêman Demokratîk (DBP)'ê vê yekê weke binpêkirina îradeya xelkê dinirxînin û li bajêr li dijî qeyûman çalakiyên protestoyî dikin. Li gorî nûnerên Partiya Dad û Geşedanê (AK Partî) jî biryara tayînkirina qeyûman biryareke rast û di cih de ye. Li bajêr rageşî hê jî didome.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/5fe021fb-393f-4bee-88cb-3b1a2b77de66/AliyenDBPUAKPeLiSerTayinkirinaQeyumanCiDibejin.ism/manifest

K24-Amed-

Yek jı şaredariyên ku qayûm hatine tayînkirin jî şaredariya bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê ye. Li şûna şaredar êdî dê Cîgirekî parêzgerger şaredariyê bi rê ve bibe. Partiya Herêman Demokratîk (DBP)'ê vê yekê weke binpêkirina îradeya xelkê dinirxînin û li bajêr li dijî qeyûman çalakiyên protestoyî dikin. Li gorî nûnerên Partiya Dad û Geşedanê (AK Partî) jî biryara tayînkirina qeyûman biryareke rast û di cih de ye. Li bajêr rageşî hê jî didome.

Li Bakûrê Kurdistanê aloziyên ji ber tayînkirina qeyûman didomin. Ji 24 şaredariyan DBP'ê yên ku qeyûm hatine tayînkirin yek jî şaredariya bajarê Êlihê ye. Di hilbijartinên herêmî yên 2014'an de DBP'ê ji sedî nêzî 56'ê dengên hilbijêran bi dest xist û Sebrî Ozdemîr û Gulistan Akel wek hevşaredar hatin hilbijartin. Lê di sala 2015'an de Ozdemîr û Akel ji ber îlankirina "Rêveberiyên Xweser" ji peywîr hatin dûrxistin. Hevşaredarê berê Sebrî Ozdemîr, qeyûmî wek memûrê AKPê dinirxîne û dibêje ew wî nasnakin û xebatkarên şaredariyê jî naxwazin li gel qeyûmî bixebitin.

Sabrî Ozdemîr ,- Hevşaredarê bere yê Êlihê, dibîje:"Em ê li dijî vê derbeyê çalakiyên xwe verdewam bikin. Em qeyûmî nasnakin, em ê di kolanan de bin. Her şev saet li 8'an çalakiya dengderxistinê heye.Em dixwazin gelê me jî tevlî çalakiyan bibe û li îradeya xwe xwedî derkeve. "

Roja 11 Îlonê bo 28 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin. 24 şaredariyên DBP'ê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin dorpêçkirin. Li şaredariya Êlihê 2.300 xebatkarên biqadro û bi peyman hene. Piraniya xebatkaran 3 rojan dev ji kar berdabûn, lê DBPê xwest ku xebatkar vegerin ser karê xwe. Çarenûsa gelek xebatkaran nediyar e. Ji hêla din ve aliyên AK Partiyê ji tayînkirina qeyûman kêfxweş in. Li gorî Serokê Navçeyê yê Navendê yê AK Partiyê Kenan Ozogul, ji şerê xendekan ve dilê xelkê ji şaredariyên DBPê mabû û xelk jî piştgiriya qeyûman dike.

Kenan Ozogul - Serokê Navçeyê yê Navendê yê AKPê, dibêje:"Li gorî me tayînkirina qeyûman biryareke di cih de ye. Ji tayînkirina qeyûman armanc ew e ku pêşiya alikarîkirina rêxistinên terorî were birin. Armanc ew e ku pereyên ji bo xizmeta welatiyan têne şandin dîsa ji bo xizmetguzariyên welatiyên werin bikaranîn.  Qayûm ne tenê ji bo şaredariyên DBPê hatine tayînkirin. "

Ess// Li Êlihê, piştî 3 rojan hejmareke xebatkarên şaredariyê dest bi kare xwe kirin. Kuçe û kolan ji sergoyan hatin paqijkirin. Lê hê jî avahiya şaredariyê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve di dorpêçê de ye. Li bajêr nerazîbûnên piştgirên DBPê didomin. Gengeşiya di navbera dewleta Tirkiyê û DBPê de her ku diçe zêde dibe. Çavdêrên siyasî dibêjin dibe ku ji ber tayînkirina qeyûman li bakur alozî zêdetir bibin.