Tîtal ên Cejn a Qurbanê li Mêrdinê

Li welatên mislimanan kêfxweşiya pêşvazikirina cejna Qurbanê heye. Li seranserê Tirkiyê û bajarên bakurê kurdistan jî Cejna Qurbanê di bin siya şer û pevçûn û aloziyên siyasî de tê pîrozkirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/9083c8e6-e273-401f-9926-4b9aabb7f34d/LiMerdineCejnaQurbane.ism/manifest

K24-Mêrdîn

Li welatên mislimanan kêfxweşiya pêşvazikirina cejna Qurbanê heye.  Li seranserê Tirkiyê û bajarên bakurê kurdistan jî Cejna Qurbanê di bin siya şer û pevçûn û aloziyên siyasî de tê pîrozkirin.

Li Qosera bajarê Mêrdînê cejna qurbanê ji aliyê zarok û mezinan ve bi kêfweşî hate pîrozkirin. Welatiyên Qoserê serê sibehê çûn mizgeftan de nimêja cejnê kirin û guhdariya weaza mele ya derbarê Cejna Qurbanê de kirin. Piştî weaza mele welatiyên ku hatine mizgeftê cejna hev pîroz kirin. Piştî nimêja cejnê bo welatiyan xwarina bi navê "Hamîse" ya ku taybetî di Cejna Qurbanê de tê çêkirin hat îkramkirin . Hêviya welatiyan di vê cejnê de jî aramî û aştiyeke mayînde bû.

Silheddîn Aba - welatî  got:"Ez hêvîdarim ku ev Eyda Qurbanê bibe sedema kêf û xweşî û hizûrê di nava hemû mislimanan de di nav Kurdan de. Ez hêvîdarim ku ev zilm û zordarî û dilşikestina di nava Kurdan de bi dawî bibe."

Di cejnê de herî zêde zarok kêfxweş bûn û li gorî dilê xwe li malan geriyan û ji bo xwe şekirên eydê kom kirin. Mezinên Qoserê jî bi hev re mal bi mal serdana cîranên xwe kirin û cejna hev pîroz kirin.

Cesur Akiş -  Welatî , got:"Ez eyda tememê mislimanan pîroz dikim û li ser xêrê be.  Em eydaniya hev tev de pîroz dikin, eydek xweş e, eyda qurbanê ye. ji bo islamê ji bo mislimanan eydek pîroz e."

Herçiqas welatiyên Qoserê di nava kêfxweşiyê de cejna xwe pîroz bikin jî amaje bi vê yekê dikin ku di demeke nêz de hem rayedarên dewletê hem jî PKK carek din prosesa çareseriyê bidin destpêkirin da ku êdî nema agahiyên kuştinê bibihîzin.