Yekîneyeke leşkerî ya Amerîka gihêşte Girê Spî

Yekîneyeke leşkerî ya Amerîkî derbasî nava bajarokê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê bû, bo çavdêriya sînorê bi Tirkiyê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîneyeke leşkerî ya Amerîkî derbasî nava bajarokê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê bû, bo çavdêriya sînorê bi Tirkiyê bike.

Peyamêrê K24ê li Girê Spî ragihand, yekîneyeke leşkerî ya Amerîkî derbasî nava bajarokê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê bû, piştre 15 otombîlên Amerîkî yên leşkerî ku Doşka lê siwarkirî bûn, çûn gundê Minbitih û alên Amerîkî li ser wî gundî hildane.

Herwiha fermandarekî xwecihî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Girê spî ji peyamnêrê K24ê aşkere kir, erkê wê hêza Amerîkî tenê çavdêriya tevgera Tirkiyê li ser sînor e.

Peyamnêrê K24ê diyar kir jî, wê hêza Amerîkî aleke Amerîkayê li ser avahiya Rêveberiya Poste û Gihandinê hildane. Herwiha alek li ser deriyê sînorî û 4 alên din jî li ser pişta 4 malên gundiyan danîne.

Ji 27 meha borî ve, Artêşa tirkyê bi alavên kolandinê digel çend leşker û karkeran zêdetir ji 10.m sînorê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Kobanê ve derbas kirine, dîwar û bingehên çavdêriyê ava dikin.