Serokatiya Herêmê naveroka kombûna Barzanî û şanda Emerîkayê aşkere dike

li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Tony Blinken Cîgirê Wezîrê Derveyê Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Brett Mcgurg Nûnerê Taybetî yê Serok Obama yê Hevpeymaniya Şerê Dijî Da'îş û Douglas Silliman Balyozê nû yê Amerîka li Iraqê û General Steven Dawnsend Fermandeyê Hêzên Amerîka li Iraqê Ken Gross Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek şêwirmendên Wezareta Derveyê Amerîka pêkhatibûn.

K24- Hewlêr

Li hevdîtinê de Cîgirê Wezîrê Derveyê Amerîka silavên Serok Obama û Joe Biden Cîgirê Serokê Amerîka bi Serok Barzanî gihand û spasî rol û qehremaniya hêzên Pêşmerge kir û pêzanînên xwe yê serkirdayetiya Serok Barzanî ya li mîsogerkirina serkeftinan li dijî terorîstên Da'îş hebû û ragihand bi sedema azayetiya Pêşmerge pêşketineke ber bi çav li şerê dijî Da'îş bi dest hatiye.

Li beranber da Serok Barzanî spasî Serok Obama û gel û Hikûmet û artêşa Amerîkayê kir ku li şerê terorîstan da palpiştê gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge bûne û hêviya ewe jî xwest ku bi hevkarî û karê hevbeşa her dû aliyan serkeftinên mezintir li dijî terorîstan bi dest bînin.

Her li vê civînê de behsa amadekariyan û plana serbazî ya azadkirina Musil û hemahengiya di navbera hêzên beşdarbuyan kir û Serok Barzanî behsa girîngiya hebûna plana siyasî ya qonaxa piştî azadkirina Musilê kir ku ew jî bi navê rêgirtina li kûrtirbûna kêşeyan û parastin û pêdana baweriyeke bi pêkhatan bi taybet Mesîhî û Êzîdiyên parêzgeha Nînowa.

Li beşekî dinê civînê de şanda mîhvan ji bilî piştraskirina rol û pêgeha hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê azadkirina Musil, plan û stratejiya serbazî û siyasiya Amerîka ya li destpêkirina operasyona azadkirina Musil û hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hevpeymanan û hêzên Iraqê ji bo Serok Barzanî şîrove kir û Serok Barzanî jî têbînî û şîretên xwe yên li ser plana siyasî û serbazî ji bo şanda mîhvan behs kir.

Her li vê kombûnê da her dû alî li ser berdewamiya guvaştina li ser terorîstan hevrê bûn û hemahengî û şêwirînên berdewam di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û hevpeymanan de dûpat kir.

çavk: Malperra serokatiya Herêmê