Omer: Greva me berdewam e heta digihin armancên xwe

Greva birçîbûnê ya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya, di roja çaremîn de berdewam e. Endamekî grevgirtî jî dibêje, ENKSê biryar daye ku ji sibe ve li hemû bajarên hundir û derveyî Rojavayê Kurdistanê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Greva birçîbûnê ya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya, di roja çaremîn de berdewam e. Endamekî grevgirtî jî dibêje, ENKSê biryar daye ku ji sibe ve li hemû bajarên hundir û derveyî Rojavayê Kurdistanê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin.

Nêzîkî 20 endamên Encûmena Xwecihî ya ENKSê ya Rojhilatê Qamişlo, ji roja yekem ya cejna Qurbanê ve, dest bi greva birçîbûnê kirin, weke çalakiyeke aştiyane li dijî girtina hejmarek ji serkirde û endamê ENKSê ji aliyê Asayişa Rojava ve.

Endamê Encûmena Herêmê ya PDK-Sê Azad Omer ku yek ji wan kesên di greva birçîbûnê de ye ji K24ê re ragihand ku, di roja çaremîn ya greva birçîbûnê de hest û moralên wan gelekî bilind in û ew bi çalakiya xwe berdewam in.

Omer amaje kir, ku hin pirsgirêkên nexweşiyê wek serêşê û bilindbûna zexta xwînê di nava hin kesên ku grev girtine de derketiye, lê tevî wê yekê, ti kesekî jî ji ber sedemên nexweşiyê xwe ji grevê venekişandiye.

Herwiha Omer got: “Îro komîteyeke bizîşkî serdana me kir û hin cureyên derman dan me, lê morala me bilind e û em di greva xwe de berdewam in, em hêvîdar in jî emê bigihin armancên xwe.”

Omer ragihand ku, gelek xort û keç daxwaz dikin ku tevlî greva birçîbûnê bibin, ji ber wê yekê jî ENKSê biryarek daye ku, ji sibe ve li hemû bajarên hundir û derveyî Rojavayê Kurdistanê dê dest bi çalakiyên greva birçîbûnê bikin.

Li ser pirsa ku ti aliyekî ji Rêveberiya Xweser bersivek bo azadkirina endamên ENKSê dane, Omer got: “Mixabin, heta niha ti kesî ji Rêbeveriya Xweser ya Demokratîk ya ku xwe ragihandiye serdana me nekiriye. Heta ti partiyekî din yê hevalbend Rêveberiya Xweser jî serdana me nekirine. Herwiha heta Hevbendiya Niştimanî ya Kurd ya ku xwe wek aliyekî cuda dibîne jî serdana me nekiriye.”

Omer amaje bi wê yekê kir ku, serdanên kesayetên siyasî û rêxistinê civaka sivîl ji wan re gelek hest û morale wan bilind kiriye.

Omer aşkere kir ku, greva wan berdewam e, piştî 3 rojên din jî civîneke wan heye, dê di wê civînê de diyar bibe heger greva wan dê berdewam bike, yan ti biryareke din dê were birin.