Finlenda hejmara leşkerên xwe li Başûrê Kurdistanê zêde dike

Şandeke pilebilind ya hêza Pêşmerge li ser vexwandina hikûmeta û Parlementoya Finlendayê ji 3 rojan ve li Helsinkî ne û çendîn hevdîtin ligel berpirsên pilebilind yên hikûmet û parlementerên wî welatî kirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke pilebilind ya hêza Pêşmerge li ser vexwandina hikûmeta û Parlementoya Finlendayê ji 3 rojan ve li Helsinkî ne û çendîn hevdîtin ligel berpirsên pilebilind yên hikûmet û parlementerên wî welatî kirine.

Rêveberê Pêwendî û Hevahengiyê yê Wezareta Pêşmerge Emîd Rukin Hejar ji K24ê re ragihand, bi vexwandineke fermî şandeke hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ji 3 rojan ve li Finlinda ne û hevdîtin û guftûgoyan bi berpirsên hikûmet û parlementoya wî welatî re dikin.

Emîd Rukin Hejar amaje kir, şanda pilebilind ya Pêşmerge di serdana xwe de hin daxwazên wê hebûn, hikûmeta Finlendayê jî bersiva şandê da. Herwiha Finlendayê biryar da hejmara Şêwermendên wê yên leşkerî yên li Herêma Kurdistanê perwerdeya hêza Pêşmerge dikin zêde bike û 50 şêwirmendî bike 100 şêwirmendî.  

 

Herwiha Emîd Rukin Hejar got, şêwirmendên leşkerî yên Finlendayê perwerdeyên taybet bi hêza Pêşmerge dikin, gelek caran jî bi Pêşmergeyan re çûne eniyên şer, bi taybet li 6 eniyên şer jî rola wan gelek girîng bû.

Wî jêderî Wezareta Pêşmerge diyar kir, şanda pilebilind ya Pêşmerge lîsteyek bi pêdivî û keresteyên leşkerî radestî hikûmeta Finlendayê kir û wan jî soza lêkolîna wan daxwazan û bersiva wê dan.

Emîd Rukin Hejar aşkere kir ku, şanda pilebilind ya Pêşmerge bi serokatiya Wezîrê Navxwe û Wezîrê Pêşmerge bi wekatet Kerîm Şingalî ye û endametiya Cafer Şêx Mistefa, Mihemed Hacî Mehmûd, Lîwa Sîrwan Bazanî, Ferîq Şêrwan Ebdilrehman û Emîd Rukin Hejar pêk tê.