Rûsya: Rejîma Sûriyê amade ye xwe ji rêya Kastêlo vekşîne

Wezaretê da zanîn ku, heta niha tenê Hêzên Hikûmeta Sûriyê pabendiyê bi rêkeftinê dibe .

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergiriya Rûsyayê ragehand ku, Artêşa Sûriyê li Bajarê Helebê amade ye ji rêya Kastêlo xwe vekşîne.

Bi armanca derbaskirina alîkariyên mirovî Wezareta Bergiriya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragehand ku, eger Hêzên Opozîsyona Sûriyê xwe ji rêya Kastêlo li Helebê vekşînin, hêzên Hikûmeta Sûriyê jî amade ne xwe vekşînin.

Wezaretê da zanîn ku, heta niha tenê Hêzên Hikûmeta Sûriyê pabendiyê bi rêkeftinê dibe û binpêkirin ji aliyê opozîsyonê dubare dibin.

Di 12ê vê mehê de, her yek ji Rûsya û Amerîka li ser agrbestekê li bajarê Helebê rêkeftibûn, tê de NY 40 barhilgirên alîkariyan amadekirbûn daku, derbasî navçeyên dorpêçkirî li Helebê bikin.