Nîçîrvan Barzanî nameyekê bo Ban Kî-Moon dişîne

Barzanî ew name bi helkefta destnîşankirina keça Kurda Êzidî Nadiya Mûrad weke balyoza neyazpakiyê şand.

K24-Navenda Nûçeyan

Bi helkefta destnîşankirina keça Kurda Êzidî ya rizgarbûya ji destê DAÎŞê, Nadiya Murad weke Balyoza Nîyazpakiyê ya Neteweyên Yekgirtî (NY), Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyekê bo Sekreterê Giştî yê Nateweyên Yekgirtî Ban Ki-Moon re dişîne.

Ev jî tekesta nameya serokwezîr:

Cenabê Sekreretê Giştiyê NYê

Ez sipasiya we û ofîsa NY ya tayebt bi madeyên hişbir bikim ku Nadiya Murad  Basî Taha weke Balyoza Neyazpakiyê ya NY destnîşan kir, herweha sipasiya we li ser dawetnameya we bo beşdarîkirinê di merasima damezrandina wê weke balyoz li roja16ê îlonê.

Mixabin, ji ber rewşa dijwar a êkonomî û ewlekariya Herêma Kurdistanê, ez nikarim di wê merasimê de beşdar bibim, lê berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê meraismê de beşdar dibin.

Em kêfxweş in û şanaziyê bi Nadiya Murad , bi azayetî, şikodarî û îmkanên wê dikin ku li ser navê qurbaniyên jenosîda ji aliyê DAÎŞê, ve, bi taybet li dijî keç û jinan hate encamdan dengê xwe bilind kir.

Weke hûn dizanin, Êzidî jî digel kirîstiyan, şebek, kakeyî, sayîbe-mendayî û herwisa Kurd û Ereb bûne armanca DAÎŞê û kiryarên serbirîn, destdirîjkirin, kolekirina seksî û komkujî ku, ew hemû kiryar weke jênosîda tên naskirin, li dijî wan encamdan. Bi taybetî êzidîyan  bi awayekî dijwar û bê edaletiyeke bitixûb êş  kişand, bi awayekî ku divê hemû cîhan  giringiyê pê bide.  Niha nêzîkî 420 hezar Êzidî li Herêma Kurdistaê koçber in, ya ku ji bo wan hatiye kirin weke;penageh çavdêriya saxlemiyê, xizmetgozariyên perwerdeyê di asteke pêwst de nînin, jiber ku ev di demekê de ye ku, hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan hatina Kurdistanê û îmaknên me kêmin têra nake, di heman demê de şerê dijî DAÎŞê ku şerkeî dijwar e, rûbirûyê me bûye .

Li gor zaniyariyên me 3200 êzidî di destê DAÎŞê de mane,  ew jin û keçan li bazarî weke kole/ebd bazirganiyê pê dike û li ser tixûban bi qaçaxî dibin. Divê hemû mirovatî bi hev re ji bo rizgakirina wan  jin û keçan ku heta niha weke kole dijîn  bixebitin û dawî bi bazirgaîkirina bi mirovan bê.

Em damezrandina Nadiya Murad weke Balyoza Niyetpakijiyê ya Neteweyên Yekgirtî ji bo rûmeta qurbaniyên rizgarbûyên destê bazrganên mirovan bilind dinrxînin. Em di wê baweriyê de ne ku ew keça Êzidî zêde êş kişandiye tecrûbeyek ji jiyê xwe mezintir bi dest xistiye û dikare erkên xwe bi biwêrî û berpirsane bi cî bike.

Dilsozê we
Nêçîrvan Barzanî
Serowkezîrê herêma Kurdistanê