Nadya Morad bi alîkariya gelek kesan bû Balyoza NY

Keça Kurd a Êzdî Nadya Morad bû Balyoza Niyazpakiyê ya NY, gelek kes û navend li pişt wê bûn heta ku gihêşt wê astê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Keça Kurd a Êzdî Nadya Morad bû Balyoza Niyazpakiyê ya NY, gelek kes û navend li pişt wê bûn heta ku gihêşt wê astê.

Li gor vîdyo û zanyariyên ku bi dest K24ê ketine, yek ji wan kesan ku gelek ahevkariya Nadya Morad kirine, rojnamevaneke Almanî ji regera Kurd e û ji Bakurê Kurdistanê ye û bi navê wê Dozen Tekal e. Duh di dema diyarkirina Nadya Morad wek Balyoza Niyazpakiyê jî, Dozen Tekal pê re bû.

Dozen Tekal yekem rojnamevan bû, ku piştî azadbûna Nadya Morad  hevdîtin çê kir û fîlmeke dekomentary bi navê “Hawar” li ser jiyana Kurdên Êzdî çê kir. Dozen Tekal bi xwe hat Kurdistanê û hevdîtin bi wê keça Êzdî re çê kir. Di beşeke fîlmê de Nadya Morad derdikeve ku çawa rizgar dibe û dibêje ku bi 800 dolar rizgar bûye.

Dozen Tekal di çend bernameyên televisyonî yên Almanî de li ser wî fîlmî û çêroka trajîdî ya Êzsiyan daxive, ku ew fîlmê dekomentary jî li Almanya dibe cihê balkêşiyê, herwiha bandorekê li ser nasandina wê keça Êzdî dike.

Rêxistina “Yezda” yek ji wan rêxistinên ku piştevaniya aborî ya Amerîka û Almanya jê re heye, di warê pêwendiyên navdewletî de bi berferehî ligel şarezayên jenosid pêwendî kir û hevkariyeke zêde bi Nadya Morad re kir.

Herwiha Êzdiyên li Almanya dimînin û navendên rewşenbîrî û olî hevkarî û piştevaniya Nadya Morad kirin, ku wek lobiyekê kar li ser pêşxistin û balkişandina li ser Nadya Morad kirin, heta ew keçe Êzdî gihêşt vê astê.