Amerîka: Dibe ku binkeyeke artêşa Sûriyê hatibe armanckirin

Serkirdayetîya Navendî ya Amerîkayê ragihand, ku dibe Hevpeymanîya Navdewletî bi şaşî bingeheke artêşa Sûriyê kiribe armanc.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkirdayetîya Navendî ya Amerîkayê ragihand, ku dibe Hevpeymanîya Navdewletî bi şaşî bingeheke artêşa Sûriyê kiribe armanc.

Wezareta Derve ya Amerîkayê jî diyar kir, ku wan derketina firokeyan li ser asmanê Dêrazorê rawestandiye. Piştî ku Rûsya ew agahdar kiriye, ku li navendeke Artêşa Sûriyê daye.

Li gor ajansa “Reuters”, Wezareta Derve ya Rûsyayê banga civîneke bilez li Encûmena Asayişa Navdewletî dike, ji bo gotûbêjkirina van lêdanên firokeyên Amerîkayê li Dêrazorê.

Ji aliyê xwe ve, Artêşa Sûriyê ragihand belafirên Amerîkayê baregehên wan li Dêrazorê topbaran kiriye.

Di beyanameyekê de, ku ajansa SANA li ser zimanê artêşa Sûriyê û hêzên çekdar yên wî welatî belav kiriye, ku firokeyên Amerîka baregahên Artêşa Sûriyê li çiyayê Serde li derdora firokxaneya Dêrazorê topbaran kiriye. Di encamê de, zerarên canî û madî di nava rêzên Artêşa Sûriyê de ketine û hişt ku DAIŞ piştre êrîşî wê deverê bike û kontrol bike.

Herweha Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov ragihand, ku di encama topbaranê de 80 leşker ji artêşa Sûriyê hatine kuştin.