Girtina nivîskaran li Tirkiyê bûye cihê nerazîbûnê

2 nivîskarên navdar yên Tirkiyê Ahmet Altan û birayê Mehmet Altan ji 10 ê îlonê ve girtîne.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

2 nivîskarên navdar yên Tirkiyê Ahmet Altan û birayê Mehmet Altan ji 10 ê îlonê ve girtîne. Ev herdu bira bi dayîna peyamên binehişîyê têne tawanbar kirin. Parêzerê birayên Altan ev biryar wek tişteka dûrî aqil û hiqûqê binav kir.

Li Tirkiyê piştî hewldana derbeya leşkerî ya ku 15 temûzê pêkhatî nêzîkî 50 hezar kes hatin desteser kirin û ji van nêzîkî 20 hezar kes hatin girtin.

Pitirîna welatiyên Tirkiyê dixwazin ew kesên hewla derbeyê kirin û ew kesên piştgiriya wan dikin bên girtin lê girtina hinek kesan bûye sedema gengeşîyê.

Gengeşiya herî mezin li ser desteser kirina nivîskarên mezin yên  Tirkiyeyê Ahmet Altan û birayê wî Profesor Mehmet Altan derketîye.

Tawanbariya ku li ser van  herdu birayên ku ji 10 ê îlonê ve hatîn girtin jî bûyê gengeşiyek mezin.

'' Herdu bira  bi dayîna hinek peyamên binehîşî bi rêya  bernameyeka televîzyonekê têne tawanbar kirin.Ev tawanbarî tişteka dûrî aqil û hiqûqê ye. Min îro bi herduyan re hevdîtin kir. Rewşa wan gelek baş e.Heta 19 vê mehê biryra girtina wan hatiye dayîn. Em dixwazin di wexteki zû de biçin ber dadgehê''

Li gor Veysel Ok yê ku  ve 10 sal e parêzeriya birayên Altan dike ji ber ku ev herdu bira rexneyan li hikûmetê dikin tê xwestin ku  bêne ceza kirin. 

Ahmet Altan yê ku beriya 21 salan ji ber nivîsa xwe ya li ser  pirsgirêka Kurdan ya  binavê AtaKurd ketî girtîgehê  bi rêya parêzerê xwe daxuyaniyek wiha da.

Nivîskar-RojnamevanAhmet Altan wiha got:

''Em bi tawanbariya dayîna peyamên binehişîyê bo hemwelatiyên û têkiliya li gel derbekaran hatîne  girtin .Ev tawanbarî dê bikeve dîrokê de. Lê em nizanîn ev tawanbarî dê bikeve dîroka hiqûqê an jî dîroka pêkenînê.

Prof. Mehmet Altan jî ev tawanbarî wek tişteka dûrî aqil binav kir û got: '' Eger hêzeka min ya ku ez bikarim bi rêya peyamên binehişîyê xwe bigihînim mirovan hebûya ,min dê ev hêza xwe ji bo ku Tirkiye bibe welatek yê  demokrasî û hiqûqê dê bikaranîba''

Li ser girtina birayên Altan ji derveyî tirkiyê jî bertekên tund hatin nîşandayîn.

Gelek nivîskarên navdar yên wek Herta Müller, J.M. Coetzee û  Orhan Pamuk yên ku xelata nobelê sitandîn û gelek nivîskar û hunermendên dî jî bi rêya daxuyaniyan xwestin birayên Altan bêne berdan.