Perlementarekî Kurd ê Rûsyayê nameyek bo partiyên siyasî li başûr şand

Mûtsowêv kesekî nêzîkî Serokomarê Rûsyayê Velademir Putîn e û Endamê Serkirdayetiya Partiya Yekbûn a Rûsyayê ye ku, niha ew partî desthilat e.

K24-Navenda Nûçeyan

Zelîmxan Mûtsowêv Kurdeke Êzdiye, akinciyê Rûsyayê ye, ev bû çar xûle dibe endamê perlemana Rûsyayê(Encûmena Dûma), herwiha bo cara pêncê xwe ji bo endametiya wê encûmenê berbijêr dike û pêşbînî dike jî ku, careka din rêjeya ji sedî 7 derbas bike û bibe endamê perlementoyê.

Mûtsowêv kesekî nêzîkî Serokomarê Rûsyayê Velademir Putîn e û Endamê Serkirdayetiya Partiya Yekbûn a Rûsyayê ye ku, niha ew partî desthilat e, herwiha nêzîkî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ye jî.

Zelîmxan Mûtsowêv li Teblîsê paytexta Corciya ji dayik bûye, piştre ligel malbata xwe çû ye Moskoyê.

Di çaçoveya beşdariya wî di bernameya Basî Roj a K24ê   de Zelîmxan Mûtsowêv ragehand ku, pêwîste hemû endamên perlemana Kurdistanê hizbayetiya xwe jibîrbikin û nakokiyên xwe çareser bikin û li dor Serokê Herêmê Mesûd Barzanî kombibin.

Ew endam perlemanê Rûsyayê di sala borî de bi hatina penaberan serdana Herêma Kurdistanê kiribû, di rêya dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî yek milyon euro pêşkêşî penaberên Kurd kiribû.

Zelîmxan Mûtsowêv Bi rêya K24ê daxwaz ji partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir ku, piştevaniya Serokê Herêmê bikin û nakokiyên xwe jibîrbikin.

Derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê Zelîmxan Mûtsowêv got: Niha ew pêwendî gelek baştirin ji carên berê.Da zanîn ku, Rûsyayê ji aliyê siyasî û mirovî ve alîkariya Herêma Kurdistanê dike û berî mehekê jî alîkariya leşkerî şandibû Kurdistan.