Google bi yek milyon dolar alîkariya zarokên Sûriyê dike

Bo avakirina dibistanan û peydakirina derfetên perwerdê.

K24 - Navenda Nûçeyan

Kompaniya Google yek milyon dolar bo xizmetguzariyên xwendinê, alîkariya zarokên Sûriyê yên ku li Libnanê dimînin kir.

Dezgeha Kilonî bo dadweriyê ew yek milyon ji kompaniya Google wergirt, da ku bi buhayê wan pereyan dibistanan li navçeyên ku piraniya wan zarokên penaber ên Sûrî veke.

Herwiha bi rêya wê alîkariyê derfetên perwerde û xwendinê ji wan zarokan re were peydakirin.

Li gor rêxistina Mafê Mirovan(HRW) zêdeyî nîvê zarokên Sûrî û yên tomarkirî li Libnanê zarok in,  ku hejmara wan 500 hezarî zarok in.