Bawerî ji Huşyar Zêbarî hat standin

Palementoya Iraqê di rûniştina îro de bawerî ji Wezîrê Darayî yê Iraqê Huşyar Zêbarî stand, ev yek jî piştî wê yekê hat ku, berî cejna Qurbanê du caran civîna parlementoyê bo vê mebestê hatibûn paşxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Palementoya Iraqê di rûniştina îro de bawerî ji Wezîrê Darayî yê Iraqê Huşyar Zêbarî stand, ev yek jî piştî wê yekê hat ku, berî cejna Qurbanê du caran civîna parlementoyê bo vê mebestê hatibûn paşxistin.

Di rûniştina îro ya Parlementoya Iraqê de, bi piraniya dengan 158 parlementeran bawerî ji Wezîrê Darayî yê Iraqê Huşyar Zêbarî hat standin, ku proseya dengdanê bi awayekî veşartî bi rê ve çû.

Her di rûniştina îro ya parlementoyê, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxwaza  kiribû ku rûniştina parlementoyê were paşxistin, piştî vegera şanda Iraqê ji Amerêka, lê daxwaza Ebadî hat redkirin.

Kişandina baweriyê ji Zêbarî di demekê de ye, ku endamên şanda Iraqê bo beşdarbûna di civîna Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî li New Yorkê ne.

Parlementera Iraqê ya Fraksyona PDKê Eşwaq Çaf ji K24êre ragihand, 158 parlementeran bi “Erê” deng dan kişandina baweriyê ji Zêbarî, herwiha 77 parlementeran jî bi “Na” deng dabûn.

Huşyar Zêbarî 63 salî, di sala 2014an de di hikûmeta Heyder Ebadî bû Wezîrê Darayî, berî wê jî di her du hilbijartinên 2006 û 2010an de Wezîrê Derve yê Iraqê bû.

Parlementoya Iraqê roja 28 Tebaxê bawerî ji Wezîrê Bergîriyê Xalid Ubêdî jî standibû.