Li Sêrtê cerdevanek hate kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li navçeya Dihê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera gerîlayên PKK û hêzên Tirkiyê de derket, di encamê de çardevanek hate kuştin û du cerdevan jî birîndar bûn.
Li gor medyayên Tirkiyê ku, di çarçoveya operesyona artêşa Tirkiyê li nêzîkî gundê Akşeme li navçeya Dihê ya Sîrtê de, şer û pevçûn di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Tirkiyê de derket.
Şer û pevçûn çend demjimêran ber xwe dabûn, di encamê de cardevanek hate kuşin û 2 cardevanên din jî birîndar bûn.