Li Stenbolê kêmendam çalakiyeke hunerî saz kirin

Ew çalakî ji alîyê Komeleya Kêmendamên Falincî ya Tirkiyê ve hatbû li darxistin.
kurdistan24.net

K24-Stenbol

Li Stenbolê, komeke kêmendam ji bo ku balê bikşînin ser jiyana mirovên kêmendam numayîşeke hunerî saz kirin. Kêmendaman di numayîşa xwe ya taybet de bi rêya reqs û mûzîkê arîşe û astengên her tim pê re rûbirû dimînin nîşan dan. 

Ew mirovên bi asteng ku dengê xwe bilind dikin û dixwazin bêjin "yên ku di bin asteng hûnin," bi rêya dans û mûzîkê ew arîşe û astengên hertim pê re rûbirû dimînin anîne ziman.  Di nûmayîşa dans û mûzîkê de ji temaşvanan hindek jê gelekî bi hestiyar bûn û hindek jî piştî performansê rabun ser piyan û bi dilekê germ ji bo wan li çepikan dan.

Ev nûmayîşa ku ji alîyê Komeleya Kêmendamên Falincî ya Tirkiyê ve hatî li darxistin, ji bo ku balê bikşînin ser jiyana mirovên kêmendam hate pêşkêş kirin. Ev performans bi 5 kesên kêmendam yên ortopedîk, kesekê ku nabihîze û bi 6 kesên asayî re ji aliyê mamosteyên profesyonel yên reqsê ve hatiye amadekirin, li Stenbolê hat pêşandan.

Derbarê wê çalakiyê Mamosteyê kaografîyê Hakan Ceyhan wiha got: "Ev 4 sale em vê performansê nûmayîş dikin. Di çîrokê de em dixwazin bêjin ku heke mirov bixwaze, tu tişt nikare ji mirovan re bibe asteng û astengên mirovan disa mirov bi xwe ne. Vaye 6 sale ez li gel mirovên falincî û kêmendam dixebitim."

Performansa bi navê 'xewn û çîroka maskeyan' ji bûyerên rastîn hatiye berhev kirin û ji bo ku arîşeyên jiyanê yên li ser mirovên kêmendam bên e aşkere kirin hatiye afirandin.

Ev performansa reqsvanên kêmendam ji aliyê  temaşevanan ve gelekî hat ecibandin.      

Herwiha ji aliyê xwe ve Mamosteyê mûzîkê Funda Uzun wiha axifî: "Ev bi salane ku ez bi karê reqsê re mijûlim û herwiha ez mamosteyê mûzikê me.  Xwesteka ku dixwastin nîşan bidin, bi performansa xwe gelekî baş nîşan dan. Ez hê jî di tesîra vê performansê de me."

Reqsvanên kêmendam yên ku dixwazin nîşan bidin ku ger mirov ji halê hevdu fêm bikin tu asteng dê nemînin; bi performansa ku nûmayîş kirîn, careke din nîşandan ku ew dikarin ji hemû astengan derbas bibin.