Li Bakur pêşangehek bo penaberên Êzdî hate vekirin

Ev pêşangeha ku jiyana Êzidiyên di kampan de nîşan dide dê heta 30 Îlonê li benda geştyar û bîneran be.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Fatma Çelîka ku 2 salan di kampên Ezidiyan de bi dil û can kar kirî, jiyana wan Ezidiyên ku ji ber şerê DAÎŞê ji welatê xwe koçber bûne û li kampan de dimînin bi wêneyan tomar kir.  Wêneyên ku jiyana di kampan de nîşan didinjî bi rêya pêşangehekê hat pêşberî bîneran.

Terorîsteki DAÎŞî yê ku di destekê wî de kêreke mezin û bi destê din teyrê tawis zeft kirî… Ev wêne ji aliyê zarokeke Êzidî ku ji ber zilma DAÎŞê reviyayî ve hatiye çêkirin. Ev tenê wêneyek ji kampên Êzdiyan e.

Rêxistina terorî DAÎŞ, Zilm û hovitiya herî zêde, li ser wan kir. Lê ew ji wan mirovên herî bêguneh yên li ser axa Kurdistanê bûn. Hêrîş li ser axa wan hat kirin, xort û pîrên wan bi hovane hatin kuştin. Jin û keç hatin revandin, li bazaran hatin firotin û rastî destdirêjî û îşkenceyên giran hatin.

Ew kesên ji vê zilmê rizgar bûyîn bêwar man û li kampan de bicihbûn. Ev wêne jî parçeyek ji jiyana wan Êzdiyên di kapman de dijîn e.

Derbarê pêşangehê Wênegir Fatma Çelîk wiha got:

'' Dema ku ez di kampê de dixebitîm, min got divê ez vê jiyanê tomar bikim û min dest bi  wênegirtinê kir. Mebesta min ew bû ku ez tişteki mayîn de çêkim da ku ev rewşa xerap ti caran neyê ji bîr kirin.''

Fatma Çelîk ya ku 2 salan bi dildarî di van kampan de kar kirî li Stenbolê bi rêya pêşangehekê ev wêne da nîşandayîn.

'' Min nêzîkî 9 mehan de ev wêne girtin. Heta niha Êzîdî gelek caran li rastî van hovîtiyan hatine lê dokûment û dîmenên tomarkirî yên di derbarê wan de gelekî kêm in. ji ber wê min xwest van hem tomar bikim hem jî bi rêya pêşangehekê nîşanî Stenboliyan bidim''

Pêşangeh, ji roja hatî vekirin û şûnde ji aliyê gelek kesan ve hat ziyaret kirin.

'' Tomar kirina van wêneyan ji bo dahatûyê gelekî giring e. Li gor min pêdiviye her tiştên ku di qewimin bi dokûment û wêneyan bên tomar kirin. Ji ber ku tiştên devkî zû tên ji bîr kirin.''

Ev pêşangeha ku jiyana Êzidiyên di kampan de nîşan dide dê heta 30 Îlonê li benda geştyar û bîneran be.