Heştemîn kongreya PYD li Belcîka bi rê ve çû

Hevserokên PYD beşdarbûbûn.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Bi amadebûna hevserokên Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Salih Mislim û Asya Ebdula, herwiha amadebûna serkirdeyê Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Aldar Xelîl û hejmarek alîgir û endamên partiya navborî heştemîn kongreya PYDê rêxistina Ewropa li Birokselê paytexta Belcîka bi rêve çû.

Di kongirê de serkirdeyê Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Aldar Xelîl gotarek pêşkêş kir, tê de daxwaz ji aliyê Navdewletî kir ku, piştgiriya fedraliya Rojava bikin û şoreşa wê.

Xelîl tekezî li ser wê yekê kir ku, fedraliya Rojava û bakurê Sûriyê nabe sedema perçekirina Sûriyê lê berovajî vê yekê ewê yegirtina Sûriyê bihêztir bike.

Di kongireyê de hin malbatên şehîdan yên biyanî ku, zarokên wan di nav rêzên YPGê de şehîd bûbûn amade bûbûn.