Stranbêjek bi cilên rût li nava mizgeftê semayê dike

Stranbêja Tataristanî Razada Ganyoyêlîna starana “Jiyana min” bi cilên nîv rût li mizgefta Spî li herêma Bolgar ya Tataristanê de pêşkêş dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Stranbêja Tataristanî Razada Ganyoyêlîna starana “Jiyana min” bi cilên nîv rût li mizgefta Spî li herêma Bolgar ya Tataristanê de pêşkêş dike.

Stran û sema û girtina vîdyoklipa stranbêja Tatarî bi cilên nîv rût li dû xwe gelek rexne ji aliyê çalakvanan û desthilatên fermî li ser tûra pêwendiyên civakî bi xwe re anîn.

Herwiha desthilata Tataristanê di daxuyaniyekê de rexneyên tund li wê stranbêjê girt û got, Razada Ganyoyêlîna “Sînorê azadî û derbirînê derbas kiriye.”

Muftiyê Tataristanê Kamil Samgolîn jî ragihand ku, ew mizgeft kelepûr û cihê şaristaniya Tataristan û misilmanan e, misilmanên Tataristanê jî pêşwaziya hemûyan dikin, deriyên mizgeftan li pêşiya hemûyan vekirîne, jib o serdanê, lê ne ji bo sema û reqsê.

Ji aliyê xwe ve, Razada Ganyoyêlîna lêborîna xwe derbarê wê vîdyoyê de xwast û ragihand ku, ne mebesta wê ye ku nebaşiyê bike û cilên wê yên di vîdyoyê de bo pêşkêşkirina hunerekê ye, ne jib o tazîbûne ye.