Xwendekarên Geverê bê dibistan mane

Di navçeyê de bi hezaran xwendekar ji ber ku dibistanên wan hatine xerapkirin nikarin biçin dibistanan.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê heyama nû ya perwerdehiyê dest pê kir lê belê bajarên bakurê Kurdistanê yên ku bi mehan qedexeya derketina kolanan lê hebû, dibistan hatine hilweşandin û bi hezaran xwendekar bê dibistan pêşwaziya heyama nû ya perwerdehiyê dikin. Yek ji wan deveran navçeya Geverê ya ser bi Colemêrgê ye.

Li Gevera bajarê Colemêrgê 78 rojan qedexeya derketina kolanan hebû û hêj bi qîsmî ev qedexe berdewam dike. Di heyama qedexeyê de li seranserê Geverê bi dehan dibistan hatin hilweşandin û di şûna wan de qereqol hatine avakirin. Di navçeyê de bi hezaran xwendekar ji ber ku dibistanên wan hatine xerapkirin nikarin biçin dibistanan. Rayedarên komeleyên perwerdehiyê jî amajê pê dikin ku ne Colemêrg ne jî navçeyên wê ji bo perwerdehiyê ne amadene û dewlet jî ji bo ku perwerde destpêbike tu xebatan nake.

Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Colemêrgê Suleyman Aşkan wiha got:"Par qedexeya li Geverê 11 dibistan xirabûn. Ev dibistan ne amadene ji bo perwerdehiyê, dibistanên nû neçêkirin e. Niha xwendekaran bi wesayîta dibin dibistanên din ew jî çareserî nîne ji bo perwerdehiyê. Mamoste jî tune ne. Îsal ne dibistan hene ne jî mamoste."

Gevera ku par 33 hezar xwendekar diçûn dibistanan îsal ji ber koçberî û hilweşandina dibistanan hejmara çûyîna dibistanan daketiye 25 hezarî û tenê 35 dibistan niha  karîgerin. Hem malbat hem jî xwendekar niha nizanin ku dê çi bikin ji bo  paşeroja xwe.

"Serê zivistenê ye, dibistan jî vebûn. Hûn jî dizanin ku zivistana Geverê gelek dijwar derbas dibe. Ne alikariyek, ne jî çareseriyek ji bo me û zarokên me ne hatiye kirin."

"Dibistana me xirab kirin.  Dibistanên din gelek dûrin ji bo min ez nikarim biçim li wan deran."

Rayedarên komeleyên perwerdehiyê rave dikin ku bi zanebûn mafê perwerdehiyê yaxwendekarên Geverê ji destê wan tê standin û tên cezakirin. Herwiha malbat jî daxwaz ji rayedaran dikin ku heya zivistanê çereseriyekê ji bo wan û zarokê wan peyda bikin.