Asayîşa Rojava endamekê PDK-S ji zîndanê berda

Di 18e vê mehê de ew girtibûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Asayîşa Rojava Endamê Partiya Demokrta Kurdistanê li Sûriyê(PDK-S)Sebeha Mele Ebdulkerîm ji gundê Dêrûna Axê serbest berdan.

Endamê Partiya Demokrta Kurdistanê li Sûriyê(PDK-S)Sebeha Mele Ebdulkerîm di 18e vê mehê de ji aliyê Asayîşa Rojava hatibû girtin û ew biribûn navenda Asayîşa Girkê Legê, li gor zanyariyê K24ê ew kes îro hate berdan.

Tê zanîn ku, heta niha dora 50 Serkirde û endamên PDK-S û ENKS ji aliyê Asayîşa Rojava ve hatine girtin.