Dayikên Şemiyê Çalakiya herî demdirêj di dîroka Tirkiyê pêk anîn

Di salên 1990î de li bakurê Kurdistanê, gelek sivîl ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hatin desteserkirin, pişt re tu xeber ji sivîlan nehat stendin. Ji bo dîtina sivîlan di 27'ê Gulanê sala 1995'an de çalakiya yekem a dayikên şemiyê dest pê kir û ji wê çaxê heta niha jî hêj berdewam e.
kurdistan24.net

 

K24-Navenda Nûçeyan

Çalakiya herî demdirêj a li Tirkiyê, ji aliyê Dayikên Şemiyê ve li Stenbolê pêk hat. Dayikên Şemiyê ku ji sala 1995'an vir de ji bo merivên xwe yên ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine revandin agahiyeke bê dayîn ev bû 600 hefteye li hev civiyan. Qêrina bêdeng a dayîkan heta ku xeberek ji merivên wan neyê dayîn dê çalakiya xwe dirêjtir bikin.

Dayikên Şemiyê ku ji bo merivên xwe yên wenda li qada Galatasarayê ya Stenbolê her hefte li hev dicivin, di tarîxa Tirkiyê de çalakiya herî demdirêj pêk anîn. Çalakiya dayîkan ket hefteya 600'an.

Dayikên ku tên cem hev ligel heval û hogiran runiştin, di destê wan de wêneyên xizmên xwe digirin û ji bo agahiyek li ser wendayên xwe bê dayîn bang li rayedaran dikin.

Dayika Şemiyê Xanim Tosun wiha got:" Ji bo merivên me yên hatine binçavkirin û wendakirin em çalakiyeke wiha pêk tînin. Ji bo dîtina merivên xwe em li vir in. Ji roja destpêka çalakiyê heta îro em dibêjin; êdî tu kes neyên revandin û neyên kuştin."

Di çalakiya herî demdirêj a Tirkiyê de ku ji aliyê dayikên şemiyê ve pêk hat, hat ragihandin ku heta agahiyeke zelal bo mirovên wenda neyê dayîn ew ê tu caran dev ji çalakiyê xwe bernedin dê her berdewam bikin.

Ji siyasetmedaran heta nivîskaran hejmareke zêde beşdar ji bo piştevaniyê bidin dayikan li qadê kom bûn.

"Ji 27`ê Gulanê sala 1995`an vir de em  vê çalakîya aştiyê ji bo mirovên wenda bûne berdewam dikin.  Ev çalakiya me ket hefteya 600`an."

Di salên 1990î de li bakurê Kurdistanê, gelek sivîl ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hatin desteserkirin, pişt re tu xeber ji sivîlan nehat stendin. Ji bo dîtina sivîlan di 27'ê Gulanê sala 1995'an de çalakiya yekem a dayikên şemiyê dest pê kir û ji wê çaxê heta niha jî hêj berdewam e.