Di rojeva Rojnamegerên Tirk de serdana Demîrtaş bo Kurdistanê

Ev serdena Demirtaş bi taybetî jî hevdîtina wî ya bi Mesud Barzanî re ji aliyê rojnamegerên Tirk ve ji nêzîk ve hate şopandin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ji bo çareseriya kêşe û zêdekirina pêwendiya di nava rêxistinên Kurdan de bo Herêma Kurdistanê serdanek pêk anî. Rojnamegerên Tirk jî ev serdan nirxand.

Selahattîn Demîrtaş di serdana xwe ya başûr de di ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî bigirin, bi hemû serokên partiyên siyasî, dam û dezgehên civakî re hevdîtinên giring pêk anîn. Ev serdena Demirtaş bi taybetî jî hevdîtina wî ya bi Mesud Barzanî re ji aliyê rojnamegerên Tirk ve ji nêzîk ve hate şopandin.

Li gorî rojnamegerGokçer Tahîncîoglu serdema serdanê watebar e ji ber ku HDP dixwaze di nava Tirkiyê de ew der û dorên ku nikare bi wan re pêwendiyê deynê Barzanî navbeykriyê bike. Bi boçûna Tahîncîoglu di hevdîtinê de mijara din ya giring jî ew kêşeyên PYD û PKKê ku bi hêzên girêdayî Barzanî re dijî bi taybetî li wan herêmên bi arîşe ye. Herwiha Tahîncîoglu nîqaşên derbarê parastina stratejiya destkeftiyan û çareseriya kêşeyên navxweyîyên Kurdan jî yek ji wan mijarên herî giring ya di hevdîtinan de bi nav dike.

Nûnerê Enqerê yê Rojnameya Mîlliyetê Gokçer Tahîncîoglu wiha got:"Tê gotin dema Barzanî hate Tirkiyê navbeykarî kiriye di wê hevdîtina Ocalan ya ku bi birayê xwe re kir. Bi baweriya min beriya operasyona Misûl û Raqqayê di serî de Emrîka û hêzên navdewletî jî dixwazin kêşeyên di nava Kurdan de çareser bibin. Loma jî ez vê hevdîtinê yek ji amadekariya operasyonên bo Misûl û Raqqayê dibînim."

Rojnameger Kemal Goktaş jî serdana Demirtaş bo herêmê serdaneke giring û di warê çareseriya kêşeya Kurdî de jî wek qonaxekê dinirxîne û diyar dike ku beriya Demirtaş biçe, Barzanî hatiye Tirkiyê û aliyê ku herî zêdehatiye meraqkirin jî ka gelo dê Barzanî di çareseriya kêşeyê de navbeykariyê bike an na?

Rojnameger û Nivîskarê Rojnameya Cumhuriyetê Kemal Goktaş jî wiha axifî:"Serdana Demirtaş watebar e. Ne di demek kin de, lê di pêşde ji bo destpêkirina proseseke çareseriyê ev serdan serdaneke zor giring e. Ew îxtimal heye ku Ocalan ne tenê ji Kandîlê û PKKê re di heman demê peyameke taybet bo Barzanî jî şandibe. Ji ber ku Ji sedî dehê naveroka hevdîna Ocalan ya bi birayê wî re hatiye ragihandin."

Li gorî Rojnameger Sedat Bozkurtpêşdaraziyeke siyaseta Tirkiyê heye. Wê li herêmê şer hebe, alozî hebe çi bibe wê bibe, lê wê kes ne mafdar be ku li serê şîroveyekê bike an jî tiştekî. Loma hevdîtina Barzanî û Demirtaş jî pêwîst e divê çarçoveyê de bê nirxandin. Bozkurt da zanîn ku ji serokê partiyeke siyasî yan jî berdevkekî jî bê pirsîn ew ne bawere ku karibe hevokekê li ser vê meselê bibêje.

Nûnerê Enqerê yFOX TVyê Sedat Bozkurt jî wiha got:

"Ji aliyê naverokê ve her çiqas rûdaneke giring be jî serdana Demirtaş ya bo herêmê, siyaseta Tirkiyê ev yek nîqaş nekir û mixabin li Tirkiyê nebû rojev. Ger li wê derê ew fikrê "heydê em hêzên xwe bikin yek û dewleta Kurdistaneke serbixwe ava bikin" derketa jî wê ev mijar bi ihtimalekê bibûya tiştekî pûç û arzan ku bi nîqaşeke ne têrtije li ser bê rawestan."

Li gorî bîr boçûna hevkar ya rojnamegerên Tirk li Irak û Sûriyê arîşeyên binyadî hene. Herwiha di nava Kurdan de jî şerê desthilatê heye. Lê belê di hevdîtinê de ew peyamên ku tên dayîn, ew di wê baweriyê de ne ku ji bo herêmê gelekî giring in.

Rojnameger diyardikin ku, dibe di wadeya dirêj de kêşeyên di nava PKK, PYD û PDKê zêde bibin, lê gavên vê hevdîtinê ku piştî demek dûve dirêj hatin evêtin, dîmenek wek "lêgerîna lihevkirinê" dide raberî çavan.