14 lorî alîkariyên mirovî derbasî Îdlibê dibin

14 lorî alîkariyên mirovî yên Netewên Yekgirtî ji deriyê sînorî Cîlvegozu yê Tirkiyê derbasî Îdlibê bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

14 lorî alîkariyên mirovî yên Netewên Yekgirtî ji deriyê sînorî Cîlvegozu yê Tirkiyê derbasî Îdlibê bûn.

Bi ragehandina agirbestê re, 15 lorî alîkariyên mirovî ku li Reyhanlî ya Antakyayê hatibû amade kirin, ber bi Îdlibê bi rê ketibûn. Lê bi têkçûna agirbestê re, lorî li deriyê sînorê hatibûn rawestandin.

Îro ji wan 14 lorî ji deriyê sînorê debas bûn û ber bi Îdlibê çûn.

Li Antakyayê 54 lorî alîkariya mirovî ya Netewên Yekbûyî hatibû amadekirin. Ji ber têkçûna agirbestê 40 lorî alikariya mirovî ku bo Helebê hatine amadekirin, hêj li aliyê Tirkiyê radiwestin.