El-Caferî: Emê bajarê Helebê bi temamî kontrol bikin

"Eger welatan yek paytext hebin, Sûriyê du paytext wê hene, ew jî Dîmeşq û Heleb e."

K24-Navenda Nûçeyan

Nûnerê rejîma Sûriyê li Netweyên Yekbûyî (NY) Beşar El-Caferî ragehand ku, rêjîma Sûriyê wê bejarê Helebê bi temamî kontrol bike.

Di civîna neteweyên Yekbûyî de duh, derbarê rewşa dawî ya Sûriyê û êrîşa li ser bajarê Helebê, Nûnerê rejîma Sûriyê li Netweyên Yekbûyî (NY) Beşar El-Caferî gotarek pêşkêş kir û tê de wiha got: "Eger welatan yek paytext hebin, Sûriyê du paytext wê hene, ew jî Dîmeşq û Heleb e."

El-Caferî hemû welatên ku, di wê civînê de beşdarbû bûn agehdar kirin ku, rêjîma Sûriyê wê bajarê Helebê bi temamî kontrol bike.

Duh, civîneke awarte ya encûmena Asayîşa navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî derbarê Sûriyê de hate lidarxistin, tê de her yek ji Sûriye û Rûsyayê bi topbarankirina sivîlan hatin tûmetbarkirin.

Ji heftiya borî de firokeyên Sûriyê û Rûsyayê bi tundî taxên rojhelatê Helebê topbaran dikin, di encamê de li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan bi sedan sivîl hatine kuştin.