Li Mêrdînê teqînek çê bû

Birîndar hene.

K24-Navenda Nûçeyan

Li ser rêya Qoser û Dêrika Çiyayê Mazî ya ser bi parêzgeha Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê teqînek çêbû, di encam de li gor zanyariyên destpêkê 11 leşker birîndar bûn.

Li gor zanyariyê K24ê dema otombîleke leşkerî li ser rêya Qoser û Dêrika Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê derbas dibû teqînek çêb û, di encama wê teqînê de 11  leşkerên Tirk birîndar bûn.

Li gor zanyariyê peyamnêrê K24ê birîndar hatine veguhestin bo nexweşxaneyê. Herwiha birîna du leşkeran giran e.