Xwepêşandana momosteyan dest pê kir

Li çend bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê mamoste li pêş Rêveberiya Perwerde ya wan bajaran derketine xwepêşandan. Mamoste daxwaza başkirina mûçeyan dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li çend bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê mamoste li pêş Rêveberiya Perwerde ya wan bajaran derketine xwepêşandan. Mamoste daxwaza başkirina mûçeyan dikin.

Peyamnêrên K24ê li bajarên Silêmanî, Helebce, Ranya û Germiyan ragihandin ku, berî demekê mamoste li pêş navendên Perwerde, Parêzgerî û Şarederiyan, bo daxwaza mafên xwe û başkirina mûçeyan derketine xwepêşandanan.

Herwiha biryar bû îro werzê sala nû ya xwendinê li seranserî Herêma Kurdistanê dest pê bike û deriyên dibistanan vebibin, lê Wezareta Perwerde roja destpêkirina sala nû ya xwendinê bo roja 1ê Cotmehê bipaş xist. Mamosteyên Herêma Kurdistanê jî biryar dank u îro derkevin xwepêşandanan û dibêjin heger maf û mûçeyên wan neyên dabînkirin, dê pêvajoya xwendinê boykot bikin.

Ji çend rojan ve, amadekarî bo xwepêşandanan tê kirin û çendîn civîn ji aliyê komîtên û desgehên ewlehiyê bi aliyên siyasî re tê kirin û daxwaz kirin, her aliyek hewl bide rê bo tundûtûjiyê neyê dayîn û rê nedin xwepêşanderan bi arasteyî tundûtûjî û xerabiyê bikin.

Mamosteyên çend bajar û bajarokan berî destpêkirina sala nû ya xwendinê biryara baykotkirinê ragihandin û ala baykotkirinê hildan û biryara wan ew e, ku heta ku hikûmeta Herêma Kurdistanê maf û mûçeyên wan cibicî nekin, ew li ser baykotkirinê berdewam dibin.