Tirkiye dîwarekê dirêj li ser sînorê Sûriyê ava dike
K24-Navenda Nûçeyan
Tirkiye li ser sînorê Sûriyê dîwarê sêyemîn a herî dirêj li dinyayê ava dike.
Li gor rojnameya Tirkî a Hurrîyetê Serokê Îdareya Avahîçêkirinê Ergun Turan dide zanîn ku, wan heta niha di navbera Tirkiye û Sûriyê de 200 km dîwar çêkirine. Ew ê di nav 5 mehan de 711 kîlometreya mayî jî çêbikin û sînora Tirkiye û Sûriyê bi temamî bi dîwaran were girtin.
Ergun diyar kir ko bilindahiya dîwaran 3 firehiya wan jî 2 metre ne. Ger ev proje bi dawî were dê bibe dîwara sêyemîn a herî dirêj a dinyayê.