Êzdiyên Li Kampa Diyarbekirê Newêrin Vegerin Şengalê

Piştî êrişa DAÎŞê ya bi ser Şengalê de, 5 hezar Êzidiyên ku reviyabûn ji aliye Şaredariya Nû ya Diyarbekirê ve li vê Kampê hatibûn bicîh kirin.
kurdistan24.net

K24-Diyarbekir

Êzidiyên li kampa Diyarbekirê ku ji ber DAÎŞê reviyabûn, dibêjin li kampan û di bin çadiran de rewşa wan xirab e, lê ji ewlebûyina Şendgalê jî piştrast nîn in, loma jî heta ku şert guncav bibin naxwazin vegerin. Êzidiyên penaber, daxwaz dikin ku li kampê xêrxwaz û rayedar piştgirî û alîkariyan bikin.

Piştî êrişa DAÎŞê ya bi ser Şengalê de, 5 hezar Êzidiyên ku reviyabûn ji aliye Şaredariya Nû ya Diyarbekirê ve li vê Kampê hatibûn bicîh kirin. Niha jî teqrîben hezar û 200 êzidî li vê kampê dimînin. Êzidiyên li vê Kampê bo Kurdistan24 dibêjin, ger ku ji derfet û ewlehiyê bawer bibin yekser vedigerin ser xaka xwe Şengalê, lê ji ber hêj jî bawerî bi guncav bûyîna derfetan naynin newêrin vegerin.

Îbrahîm Heyder Xelîl ku ji destpêka vê kampê heta niha li vir dimîne dibêje, dewleta Tirkiye ji bo penaberên Sûriyeyî alîkarî û karhêsaniyan dike, lê ji bo wan nake. Bi rêya Kurdistan24 baldikşîne ku, ev ji 3 asalî zêdetir e îkame bo wan nayê dayîn û nikarin ji xizmetên tendiristiyê sud bigrin.

Îbrahîm Heyder Xelîl kurdekî Êzid ye Li Kampa Diyarbekirê wiha got:"Her roj dibêjin emê li we xwedî derkebin we bibin nexweşxanê lê derew derdikevin. Yan bila bo me wan alîkariyan bikin yan jî bila bibêjin em nakin. Her roj dibêjin emê bikin lê nakin. Bawerbin sibê roj ji ber sermaye dê nîvê me nexweş bikevin û bimrin, kes jî nabe xwedî."

Penaberên Êzidî radigihînin ku, Şaredarî li gor derfetên xwe xizmetan dike, lê hin tişt ji destê wan jî nayê û alîkariya saxlemî jî wek daxwaza teqez dikin ji rayedarên Tirkiyeyê.

Hesen Ahmed jî, bi tevî malbata xwe ve xwe sipartiye vê kampê û ew jî dibêje ew hemû dixwazin vegerin ser xaka xwe. Lê baldikşîne ku, ciran yên derdora wan, jenosîd bi ser wan de kirine û niha jî, ji ewlebûyîna Şingalê bawerî nakin.

"Ev ji 3 salan zêdetir e em derbeder bune û bi welatê xelqê ketine, halê me jî gele xirab e. Me divê kî însanbe bikare alîkariya me bike, divê alîkariya me bike. Talî talî roja talî her emê vegerin ser cî û warên xwe, em dibêjin bila ji me re cîh û warên me çêbikin."

Li Kampê ji bo zarokan ji aliye dilxwazên şaredariyê ve perwerdehî tê dayîn û şûna saxlemiyê ya ji bo nexweşînên teqezî heye, lê derfetên pêwîst yên mezintir nayên peyda kirin. penaber jî daxwaz dikin ku derfetên mirovane bo wan bên araste kirin.