Li Geverê 3 cerdevan hatin kuştin.

Hat ragihandin ku, Îro li bajarê Colemêrgê li navçeya Geverê, gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) êrîşê cerdevanên ku nobed digirtin kirin û di navbera wan de pevçûnek dijwar rûda.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hat ragihandin ku, Îro li bajarê Colemêrgê li navçeya Geverê, gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) êrîşê cerdevanên ku nobed digirtin kirin û di navbera wan de pevçûnek dijwar rûda.

Di encama şer û pevçûnê de 3 cerdevan hatin kuştin.

Piştî bûyerê hêzên leşkerî yên Tirkiyê dest bi operasyoneka berfireh kirin.

Ji alîkî din ve, leşkerekî ku berî niha li navçeya Cizîrê di êrîşekî bombeyî de birîndar bûbû canê xwe ji dest da.