Mertala Feratê di roja 37'emîn de berdewam dike

Firokeyên Tirkiyê, beramberî bajarê Kîlîsê li Rojavayê Kurdistanê baregehên DAIŞ bombebaran dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên Tirkiyê, beramberî bajarê Kîlîsê li Rojavayê Kurdistanê baregehên DAIŞ bombebaran dike.

Operasyona Mertala Feratê ya Artêşa Tirkiyê di roja 37'emîn de berdewam dike. Şeva borî jî firokeyên şer herêmên jêrdestê DAIŞ bombebaran kirin.

Dûmanên bombebaranê ji Kilîsê baş diyar dibin.

Operasyon piranî li gundên derdorên El-Raî û Ezazê berdewam dike. Her wiha duh herêm bi top û hawanan jî hatibûn topbarankirin.

Tirkiyê bi piştgiriya hêzên navdewletî di 24ê Tebaxê de bi firokeyên şer ji esman û bi tank û topan dest bi kontrplkirina bajarokê Cerablusê û operesyona Mertalê Feratê li ser sînorê Tirkiyê kiriye.