Diyarbekir .. Xebatkar êdî li ser axa xwe debara xwe dikin

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ji bo ku pêşî li koçberiya xebatkarên demsalî bigire û alikariya malbatan bike projeyeke bi navê "Bîstanên Bajêr" daye destpêkirin. 40 malbatên xizan di nav baxçeyên zebzeyan de dixebitin û bi hilberînên ku wan ew çandine, debara malên xwe dikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a2a830a9-6961-4219-ad34-2b2ed6f07f17/XebatkarenDemsaliEdiLiSerAxaXweDebaraXweDikin.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ji bo ku pêşî li koçberiya xebatkarên demsalî bigire û alikariya malbatan bike projeyeke bi navê "Bîstanên Bajêr" daye destpêkirin. 40 malbatên xizan di nav baxçeyên zebzeyan de dixebitin û bi hilberînên ku wan ew çandine, debara malên xwe dikin.

Li rexê navçeya Sûrê, li ber Çemê Dîcleyê li ser 300 donim erd baxçeyên zebeyan hatine çêkirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê bi vê projeyê ji bo 40 malbatan derfeta aboriyê daye. Yek ji xebatkaran Gulê Ozel e. Gulê Xanim, bi tevir û bêrê di nav zeviyan de avdaniyê dike û dibêje, bi saya vê projeyê êdî hewcedariya me bi çûna bajarên din ên Tirkiyeyê nema.

Cotkar Gulê Ozel dibîje: "Em îsal neçûne çinîna qeysî û findiqan. Em dîçûn bajarên dûr. Lê îsal em neçûnê. Em her sal diçûn çinîna findiqan me 2-3 Hezar Lîre dihanî lê nedibû heqê fêrgeha xwendekekarekî jî. Îsal me 6-7 Hezar lîre ji vir bi dest xist. Bi vî pereyî me him heqê fêrgehê da û him jî debara mala xwe kir."

Şaredariyê ji bo her malbatekê, 5 donim zevî daye. Zilam, zarok û jin bi hev re dixebitin. Lê piraniya xebatkaran jin in. Yek ji xebatkaran jî Gewrê Ayhan a dayîka 7 zarokan e. Hevjînê wê wefat kiriye. Gewrê Xanim berhemên ku bi mehan çandine diçine û li bazarên çar aliyên bajêr difiroşe.

Xebatkar Gewrê Ayhan jî got: "Mesref hemû ji aliyê şaredariyê ve hate dayîn. Mesrefa me lê neçû. Çi hat ji me re kar hat, şaredariyê ji me qurişek jî negirt.

Serokatiya Daîreya Politikayên Jinan a Şaredariyê, par bi 12 dominan projeyê da destpêkirin, niha jî proje gihaye 300 doniman. Rêvebira Şaxa Piştgiriya Aboriya Jinan Fatma Esmer, di heman demê de jî endezyara cotkariyê ye. Esmer, dibêje ew digihîjin armanca xwe û dê projeyê berfirehtir bikin.

Rêvebira Şaredariya Diyarbekirê Fatma Esmer di vê derbarê de ji K24ê re axivî û got: "Xebatkarên demsalî diçûn li ser karê findiqan dixebitîn. Di wan xebatê de jin û zarokan pir zehmetî dikişandin. Me ev proje ji bo wan amade kir. "

Di nav zeviyan de, bacanên sor, bacanên reş, xiyar, bîber, fasulye, bamye, zebeş û petêx tên hilberandin. Ji ber ku hilber xwezayî ne, bikirên wan zêde ne. Bi saya vê projeyê bi hezaran kes êdî li ser axa xwe debara xwe dikin. Xebatkarên demsalî jî ji karê li ber derê malê kêfxweş in û dixwazin ev proje berfirehtir bibe.