Çawîşoglu: Amade ne ligel Rûsya hevahengiyê bikin

Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, welatê wî amade ye hevahengiyê derbarê agirbesta li Sûriyê û gihandina alîkariyên mirovî ligel Rûsyayê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, welatê wî amade ye hevahengiyê derbarê agirbesta li Sûriyê û gihandina alîkariyên mirovî ligel Rûsyayê bike.

Li gor ajansa “Rueters” belav kiriye, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mawlûd Çawûşoglu duh bi hevşanê xwe yê Îranî Mihemed Cewad Zerîf re jî, mijarên agirbestê û gihandina alîkariyên mirovî behs kiriye.

Çawûşoglu got jî: “Derbarê agirbestê û çareseriyeke siyasî li Sûriyê, em hewl didin ligel Rûsya bigin rêkeftinekê. Heger Rûsya bixwaze, em amade ne hevahengiyê ligel wî welatî bikin.”