Wezareta Perwede parekê ji mamsteyan re terxan dike

Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, pareke pere bo çûnûhatina mamosteyan terxan dikin û bi başbûna rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê re, wê parê zêde dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, pareke pere bo çûnûhatina mamosteyan terxan dikin û bi başbûna rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê re, wê parê zêde dikin.

Wezareta Perwedeyê di daxuyaniyekê de ragihand, bi mebest dabînkirina hevkariyê bo çûnûhatina mamosteyan û li ser pêşniyara Wezareta Perwerdeyê, Serokatiya Encûmena Wezaîran biryar de, ku parek pere bi awayekî demkî bo mamsteyan terxan dibe û bi başbûna rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê, ev pare zêde dibe.

Roja 27 Îlonê mamosteyên çend bajar û bajarokan berî destpêkirina sala nû ya xwendinê biryara baykotkirinê ragihandin û ala baykotkirinê hildan û biryara wan ew bû, ku heta ku hikûmeta Herêma Kurdistanê maf û mûçeyên wan cibicî nekin, ew li ser baykotkirinê berdewam dibin.