Barzanî:Serxwebûn mafeke xwezayî ye yê Herêma Kurdistanê ye

Pilana rizgarkirina Mûsilê amade ye.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Bexda ragehand ku, serxwebûna Kurdistanê ji Iraqê mafekê Kurda ye, lê ew yeke pêwîstiya bi têgihştin ligel Bexda heye.

Di kongireyeke rojnemevanî de ya hevbeş di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serkirdeyê Hevpeymaniya Niştimanî Emar El-Hekîm, Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku, Herêma Kurdistanê serxwebûn xwestiye ew yeke jî mafekê rewaye, diyar kir ku, ew babet pêwîstiya xwe bi têgihştinekê ligel Bexda heye.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di civîna xwe de ligel Serkirdeyê Hevpeymaniya Niştimanî Emar El-Hekîm gelek pirs û mijar gotûbêjkirin, di nav de jî proseya rizgarkirina bajarê Mûsilê, ya ku, biryare pêşmrege û Artêşa Iraqê bi hev re pêkbînin.

Barzanî derbarê Mûsilê tekez kir ku, pilana operasyonê amade ye, diyar kir ku, Hewlêr û Bexda li ser vê yekê hevrêzin bo çaresekirina ci pirsgirêkê di pêşerojê de piştî rizgarkirina Mûsil derkeve.

Herwiha Barzanî aşkere kir ku, şandeke din a Herêma Kurdistanê bo berdewamiya danûstandinan dê serdana Bexdayê bike û  bi riheke birayetî hemû pirsgirêkan  çareser bike.Barzanî danûstandinên xwe jî bi erênî wesif kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel şandeke bilind serdana Bexdayê kir û ji aliyê Serokomar, Serokwezîr û Serkirdeyên aliyê siyas hate pêşwazîkirin.